• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji bo zarokên astengdar navendek hat vekirin

Gulan Media January 17, 2016 Civakî
Ji bo zarokên astengdar navendek hat vekirin

Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi armanca fêrkirin û perwerdekirina zarokên nexweş, Navenda Cudî ya taybet bi zarokên astengdar wek yekemîn navend li navçeya aliyan hat vekirin.

Derbarê mijarê de Rêveberê Navenda Cudî Mihemed Sedîq Remezan ji K24ê re got: "Ez li navçeyê geriyam daku bizanim ka hejmara wan zarokên kêmendam-astengdar çend e, gelek rewş hebûn daxwaza perwerdê dikirin, hinek zarok hebûn di nav çar dîwaran de diman, pêdiviya wan bi guhdan û alîkariyê hebû, lewma min xwest ji wan re navendekê vekim daku alîkariya wan bikim."

Rêvebirê Navendê dibêje ku ew matmayî maye, dema hijmareke zêde ya zarokên kêmendam ji hemû corên nexweşiyan li bajarokê Dêrikê dîtine û wiha axifî: "Min bi çavê xwe 250 kes dîtin, ji wan gelek hebûn rewşa wan xirab bû û pêwîstiya wan bi alîkariyê hebû."

Tevî ku navenda Cudî ti pereyan ji malbatên zarokên kêmendam naxwaze, lê hejmarek ji van malbatan zarokên xwe li mal dihêlin. Li ser vêna jî Mihemed Sedîq got: "Em pereyan ji kesekî wernagirin lê malbatin hene hejar in, rewşa wan ya aborî xirab e û naxwazin zarokên xwe bişînin navendê daku pirtûk, pênûs û pêwîstiyên navendê ji wan re dabîn nekin."

Ji aliyekî din ve hinek malbatan kêfxweşiya xwe bi vekirina navendê anîn ziman daku barê perwerdekirina zarokên wan li ser milê wan sivik bibe û alîkariya wan bikin.

Derbarê vê yekê de dayîkek bi navê Nûrciwan Hisên ji K24ê re wiha axifî: "Kurê min mejîyê wî kêm e û nexweş e, temenê wî 8 sal in, nikare bimeşe û nikare biaxife. Berî wî çar kurê min ên din hebûn mina wî lê ew mirin."

Li Rojavayê Kurdistanê navendên profesyonel di warê nexweşiyên zarokên kêmendam de nînin, lê kesên xêrxwaz hewl didin daku alîkariya wan zarok û malbatên wan bikin.

Mamosteyeke Navenda Cudî bi navê Edla Qasim ji K24ê re wiha behsa rewşa zarokan kir: "Ti kesî guh nedaye van zarokan, em li naçeyê geriyan, me gelek rewş dîtin ku gelekî pêdiviya wan bi alîkariyê hebû, em gelekî dixwazin alîkariya wan bikin."

Krîza Sûriyê hişt ku kesên pispor di nexweşiyên zarokên kêmendam de koçberî welatên Eropayê bibin, lewma berpirsên Navenda Cudî bang li hemû dezgeh û kesên xêrxwaz dikin, daku alîkariya wan zarokan bikin.

K24
Top