• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Sine 33 kesên ku madeyên hoşber bikartanîn jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media January 16, 2016 Civakî
Li Sine 33 kesên ku madeyên hoşber bikartanîn jiyana xwe ji dest dan

Rêveberê Giştî Bijîşkê Yasayî yê Parêzgeha Sine diyar kir: Di 8 mehên ku derbazbûyî de 33 kesan ji ber ku madeyên hoşber bikartanîn li parêzgeha Sine jiyana xwe jidest dane.

Herwaha Dr. Xulamriza Hûmayûnpûr diyarkir ew kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji wan 29 kes zilamin û 4 kes jî jinin.

Li gor vê raporê ew kesên ku di wan 8 mehan de jiyana xwe ji dest dane 29 zilam û 4 kes jî jinin. Li gor amarên sala derbazbûyî zêdebûnekî berçav heye û di sala derbazbûyî de 22 kes zilam û 3 kes jî jin bi giştî 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Herwaha di wan 8 mehên ku derbazbûne de 21 kesana ji ber rûdawên kar jiyana xwe ji dest dane, di vê mijarê de jî li gor sala derbazbûyî zêdebûnek çêbûye û sala derbazbûyî de ji ber rûdawên kar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Basnews
Top