• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Hewlêrê bavek 3 keçên xwe difiroşe

Gulan Media January 14, 2016 Civakî
Li Hewlêrê bavek 3 keçên xwe difiroşe
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bavek 3 keçên xwe li hember wergirtina hinek pere difiroşe û piştre haşa li wan dike, ku ew keçên wî bin.

Li gundeke derdora Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê zilamek ku bavê 4 keçan û korekî ye, 3 keçên xwe li hember pere difiroşe û wan bi mêr dide.

Yek ji keçên wî zilamî ku xwe bi Seyran dinasîne û keça herî biçûk a malê ye, ji Rûdawê re behsa çîroka xwe û xwîşkên xwe dike.

Seyran dibêje, rojekê ez ji xwandingehê vegeriyam malê û bavê min ji min re got, êdî nabe biçî xwandingehê û gerek xizmeta wî bike. Seyran dibêje, ew ji wê ditirsiya ku bavê wî wek her du xwîşkên wê yên mezin, wê jî bi zorê bide mêr.

Wek Seyran bi xwe besh dike, tirsa wê di cihê xwe de bûye. Piştî 2 hefteyan ku Seyran dest ji xwandinê berdide, kesek tê daxwaza wê, bêyî ku pirs bi wê bê kirin. Seyran bi xwe dibêje: Melayekî ez li kesekî mare kirim ku cara yekem bû min ew dît. Min zanî ku bavê min ez firotime, lê belê min nedizanî bi çiqasî.

Weke ku ew keça bextreş behs dike, piştî 2 hefteyan wê dibin mala mêrê wî ku bi xwe jî nizane kî ye. Seyran wiha behsa wê birina xwe dik: Rojekê 2 otomobîlê hatin û ez birim bow ê mala ku min jiyaneke nû tê de dest pê kir, lê belê di rastiyê de jiyan nebû, dûjeh bû.

Li gor gotina Seyranê, wê gellek caran ji destê mêrê xwe lêdan xwariye û di ser de jî herdem mêrê wê jê re gotiye, ku wî ew kiriye. Seyran dibêje: Mêrê min herdem digot, eger tu ji malbatek baş bayî, bavê te tu bi 1 hezar û 700 dolarî nedifirotî min. Yanî bavê min ez firotibûm. Çend caran digote min, min tu kirrî, tu niha bendeyê (ebdê) minî.

Seyran berdewam dibe li ser axavtina xwe û dibêje, min tu cih nebûn ku ez berê xwe bidim wir û xwe rizgar bikim, ji ber bavê min haşa li min kiribû û ez neçar bûm bi wê jiyanê razî bim.

Seyran ji Rûdawê re dibêje, min hizir kir, eger min zarok hebe, renge reftara mêrê min baştir bibe û her wisa jî bû. Piştî ku min zarok anî dine, reftara mêrê min hinekî baştir bû.

Lê belê çîroka tal a jiyana Seyranê dawî pê nayê. Seyran tekez dike, ku ewê ku jiyan li min têkda, hevalekî mêrê min bû ku berdewam ligel mêrê wê diçû mal û meşrûb vedixwarin. Li gor gotina Seyranê, navê wî kurî Azad e û dema ku dihate mala me, gerek min xizmeta wan bikira.

Seyran dibêje, ez zû ji niyeta Azad têgihîştim. Gellek caran ku dizanî mêrê min li mal nîne, dihate mala me. Heya rojekê hate mal û gote min, ez hej te dikim û ez dixwazim tu ji mêrê xwe cuda bibî, lê belê ez razî nebûm û min ji malê kire der.

Seyran li ser behskirina çîroka jiyana xwe berdewam dibe û dibêje: Şevekê mêrê min li mal nebû. Piştî ku min zarok razandin, ez çûme hemamê ku di nav odeya razanê de bû. Ji nişka ve dengek hat û min temaşe kir Azad li ber derî sekiniye.

Seyran dibêje, wê şevê Azad destdirêjiya seksê kiriye ser wê û piştî bûyerê Seyran zû telefona mêrê xwe dike û rûdana bûyerê jê re behs dike, lê belê mêrê Seyranê polîs agahdar dike û dibêje: Min ew her du kes bal hev dîtine.

Di berdewamiya wê çîroka tal de, Seyran û Azad vediguhazin bo binkeya polîs. Ew şev dawî şev dibe ku Seyran zaroka xwe dibîne. Her heman şevê Seyran bo navendeke xwedîkirina jinan li Hewlêrê tê veguhastin û Azad jî dibin girtîgehê.

Piştî ku li dadgehê dosya ji wê arîşeya Seyranê re tê vekirin û piştî çend rûniştinên dadgehê, dadgeh her du kesan, Seyran û Azad bi tohmeta xiyaneta hevjîniyê bi salek zîndanê hukim dide.

Lê belê Seyran dijî biryarê derdikeve û cardin dosyayek din li dadgehê vedike û gilî dike, ku Azad destdirêjiya seksî kiriye ser wê û ew bê guneh e.

Azad piştre li dadgehê hemû rastiya bûyerê aşkere dike û dadgeh cezayê 3 sal girtîgehê jê re dibirre.

Seyran herwiha behsa dema ku di girtîgehê de derbas kiriye, dike û dibêje, di wê heyamê de tenê carekê dayika wê serdana wê kiriye û saetekê li cem wê maye. Li gor gotina Seyranê, dayika wê jê re gotiye ku bavê wê dixwaze jinek din bihîne û Seyran jî daxwaz ji dayika xwe dike, ji bavê wê cuda bibe daku dema ku ew jî ji girtîgehê hate derê, bi hevre bijîn.

Piştî 3 mehan nûçe ji Seyranê re diçe ku bavê wê jinek din aniye û dayika wê jî ji bavê wê cuda bûye.

Seyran niha li girtîgehê derketiye û bi dayika xwe, birayekî xw eû 2 xwîşkên xwe yên din re ku yek ji wan ji mêrê xwe cuda bûye, di malekê de dijî.

Li gor gotina Seyranê, niha ew û xwîşkek wê li kafeteryayekê li Hewlêrê kar dikin û debara jiyana xwe bi keda destên xwe peyda dikin.

Rudaw
Top