• Sunday, 28 July 2024
logo

Amara tundûtîjiya li hemberî jinan li Kerkûkê

Gulan Media December 30, 2015 Civakî
Amara tundûtîjiya li hemberî jinan li Kerkûkê
Rêxistina Înma bi armanca parastina mafê jin û zarokan li bajarê Kerkûk`ê sala 2012'ê hatiye avakirin ku Endamên rêxistinê jî ji 6 parêzerên dildar pêk tê, berpirsa rêxistina Înma parêzer Esma Emîn ragihand ku, ji sala 2012'an heya dawiya sala 2014'ê nêzî 2 hezar û 500 bûyerên tundûtujiyê çêbûne. Ji vane jî 2 hezar li hemberî jinan pêk hatine.

Esma Emîn wiha jî got; "Piştî hatina DAIŞ'ê hêjay gotinê ye ku tundûtujiyên ser jinan zêdetir bûne lewra ji destpêka sala 2015'an heya dawiya salê 80 bûyerên tundûtujiyê yên dijî jinê hatine qtomarkirin her wiha ji destpêka sala 2014'an heya dawiya salê, 500 bûyerên cudabûnê navbera jinan û mêran de pêk hatine, her wiha di 2015'ê de jî 200 bûyerên cudabûnê çêbûne. Zêdetirê jinên ku li rastî bûyera cudabûnê hatine, temenê wan navbera 20-30 salan de ne.

Xendan
Top