• Sunday, 28 July 2024
logo

Bi fermana dadgeha şer`î bi sedan jin hatin kuştin

Gulan Media December 28, 2015 Civakî
Bi fermana dadgeha şer`î bi sedan jin hatin kuştin

Birêveberayetiya polîsê Nînewa di raporteke taybet de aşkira kir ku heya niha rêxistina terorîstî ya DAIŞ piştî kontrolkirina Musilê û navçeyên dewrûberê parêzgehê 837 jin kuştine.

Berpirsê polîsê Nînewa Zinon Seb`awî di kongireyekî rojnamevanî de duh yekşemê 27/12/2015 ragihand: Li gor amarên pizîşka dadweriya Musilê, rêxistina terorîstî heya niha 837 jin bi hincetên cuda kuştine.

Got jî: DAIŞ piştî wergirtina rizamendiya dadgeha şer`î ya rêxistinê piraniya jinan bi guleyan kuştine û piştre jî laşên wan radestî pizîşka dadwerî ya Musilê kiriye.

Seb`awî aşkira kir ku ew jin pêştir kandîdê encûmena nûneran û encûmena parêzgehan bûne û di heman demê de hejmarek ji wan jî karmendên dazgehên hikûmî wek dîwana parêzgeha Nînewa, komisyona bilind a hilbijartinan, şaredarî û birêveberayetiya perwerdê bûne.

Bi gotina navborî li nava kuştiyan de parêzer, dadnûs û xwediyên arayîştgeh û jinê malan jî hebûne.

Jêder: Elerebiye - Xendan
Top