• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Bakurê Kurdistanê mafê zarokan tê binpê kirin

Gulan Media December 27, 2015 Civakî
Li Bakurê Kurdistanê mafê zarokan tê binpê kirin

Li Bakurê Kurdistanê wekî hemû mafên zarokan, mafê wan yê perwerdê jî tê binpê kirin. Ji ber rewşa heyî zarok nikarin biçin dibistanan. Ji ber şer û pevçûnan li herêmê mamoste jî nînin.

Li Bakurê Kurdistanê ev demeke dirêj e pevçûn berdewam in. Li herêmê jiyan gihiştiye asta sekinandinê. Ev rewş li ser welatiyan bandoreke mezin çêdike. Bi taybet jî zarok ji rewşê zeraran dibînin û ev demeke dirêj e zarok ji ber pevçûnan nikarin biçin dibistanan. Mafê perwerdê yekem mafê zarokan e lê di hefteyên borî de Wezaretê Perwerdê bang li hemû mamosteyên hêremê kiribû ku vegerin bajarên xwe û niha li herêmê perwerde sekiniye.

Berpirsyarê Navenda Mafên Zarokan Doç. Dr. Kasım Karataş diyar kir ku ew banga Wezareta Perwerdê nişan dide ku li hêremê şer heye: "Li hêremê dibistan tên şewitandin an jî wekî eniya şer tên bikaranîn. Pêşeroja zarokan di metirsiyê de ye. Di vê serdemê de zarok ji perwerdê dûr dimînin. Di pêşerojê de ew zarok dê çi bikin?"

Buket Ozdemir mamosteyek e û heta niha li herême xebitiye lê piştî banga Wezaretê Perwerdê ji Diyarbekirê vegeriye Enqerê. Buket, derbarê rewşê de wiha dibêje: “Li hêremê ji xwe perwerde baş nebû, lê belê piştî pevçûnan perwerde her nema. Divê şandek biçe wir û lêkolinan bike ku pirsgirêk çareser bibe.”

Berpirsyarên Komaleya Mafên Zarokan û Mirovan dibêjin di Peymana Mafên Zarokan a Neneteweyên Yekbuyî de îmzeya Tirkiyê jî heye. Herwiha pispor dibêjin divê Tirkiye ligor wê peymanê tevbigere û mafê zarokan biparêze.

K24
Top