• Sunday, 28 July 2024
logo

Li vî bajarî zarokên keç bi zorê hatine zewicandin

Gulan Media December 6, 2015 Civakî
Li vî bajarî zarokên keç bi zorê hatine zewicandin

Li bajarê Agiriyê ya bakûrê Kurdistanê îsal 64 zarokên keç bi destûra malbat û dadgehan, bi zorê hatine zewicandin.

Li gorî nûçeya DÎHA`yê li navenda Agiriyê derket holê ku di nav sala dawî de li gorî daneyên fermî 64 keçên biçûk ên 16-17 salî hatine zewicandin. Keçên biçûk, an temenê wan hatine mezin kirin an jî malbatan serî li dadgehan dane û bi biryarên dadgehê hatine zewicandin.

Li gorî agahiyên fermî ku hatin wergirtin di nav vê salê de malbatên 64 zarokên keç ên biçûk, serî li Daîreya Zewacê ya Şaredariya Agiriyê dane û di çarçoveya biryara darazê û bi destûra malbatan hatine zewicandin.

Her wiha dîsa li gorî zanyariyên hatine bidest xistin 5 zarokên keç ên 16 salî jî ji bo ku bên zewicandin bi biryara dadgehê temenê wan hatine mezinkirin û hatine zewicandin.

Hêjayî gotinê ye ku, li cîhanê li gorî daneyên fermî di nav salekê de nêzîkê 14 mîlyon keçên biçûk bi zorê tên zewicandin.

Xendan
Top