• Sunday, 28 July 2024
logo

Tundiya li ser jinan hat şermezarkirin

Gulan Media November 26, 2015 Civakî
Tundiya li ser jinan hat şermezarkirin

Li Tirkiyeyê her roj jinek ji aliyê mêrekî ve tê kuştin û bi dehan jin jî rastî êşkenceya mêran tên. Siyasetmedar û Nûnerên Saziyên Civakî dibêjin ku ji bo dawî li tundiya mêran a li ser jinan were, divê dewlet yekser tedbîrên yasayî werbigire.

Li Tirkiyeyê, ji siyasetmedaran bigire heta saziyên civakî û welatiyan her kesî, di roja têkoşîna li dijî jinan de (25ê Mijdarê), bo balê bikişînin tundiya li ser jinan çalakî lidar xistin.

Nûnerên Partiyên Siyasî yên jin li parlamentoyê, bi daxuyaniyekê zext û zordestiya mêran a li ser jinan protesto kirin. Parlamentera CHPê ya Enqereyê Aylîn Nazlikaya derbarê mijarê de got; “Li gor daneyên 5 salên dawî, hezar û 200 jin bûne qurbanî. Lê belê ev hejmar zêdettir e. Divê ji bo rê li ber vê yekê were girtin, yekser tedbîrên yasayî bên wergirtin. “

Nûnerên Saziyên Civakî yên jinan jî guhertina hişmendiya civakê ya derbarê tundiya li ser jinan pêwîst dibînin. Seroka Navenda Gelîncîk Parêzer Lale Incesu jî nerînên xwe wiha anî ziman: “Tundiya li ser jinan ji mêj ve hebû lê di van demên dawî de ev yek tê ziman. Herwiha gelek jin ji ber tundiya li ser wan, xwe dikujin lê ev yek ji raya giştî re tê veşartin. Zext û Fişara derûnî ewqasî zede ye ku jin xwe dikujin. Jin nema ji ber wê tundiyê debar dikin û xwe dikujin.”

CHP û HDPê pêşniyaznameyek da parlamentoyê ku yaseyên rê li ber kuştina jinan vedikin werin guhertin. Li aliyê din, Nûnerên Saziyên civakî ên wek KESK, DİSK, TMMOB û Saziyên jinan bi xwepêşedaneke bi navê “ Jin jiyanê, Aştiyê û Azadiyê dixwazin” tundiya li dijî jinan şermezar kirin.
Jêder: K24
Top