• Sunday, 28 July 2024
logo

Agahiyên dawî li ser dosyeya wê keça Rojava ya ku 6 kesan destdirêjî lê kiribûn

Gulan Media November 24, 2015 Civakî
Agahiyên dawî li ser dosyeya wê keça Rojava ya ku 6 kesan destdirêjî lê kiribûn
Parêzera wê keça Rojavayî ya ku li Hewlêrê 6 kesan destdirêjî lê kiribûn, rastî gefa kuştinê tê û jê daxwaz dikin ku dest ji vê dosyeyê berde.

Roja 6ê Çileya 2014ê, 7 kesan li bajarê Hewlêrê keçeke 16 salî ku penabera Rojavayê Kurdistanê ye, revandin û 6 kesan ji wan destdirêjiya seksê lê kirin. Piştre 5 kes ji wan hatin girtin û yê mayî hêj nehatiye girtin û derketiye derveyî Kurdistanê.

Dadgeha Cizayê ya Hewlêrê, 3 ji wan tometbaran 15 sal zindanî ji wan re birî û herdu kesên din jî 7 salan hatin cizakirin. Lê Dadgeha Pêdeçûnê dibêje, cizayê wan kesan sivik e. Lewma biryara dadgehê red kiriye û daxwaz dike hukmê wan girtiyan girantir bibe, ji ber vê yekê jî hêj dosyeya wan li dadgehê ye.

Parêzera wê keça Rojavayî, Sîrwan Ezîz ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha ez parêzerê wê keçê me û hêj kar li ser dosyeya wê dikim, lê gefa kuştinê li min tê xwarin û 2 caran jî ketine pêşiya min.”

Sîrwan Ezîz wiha got: “6 caran bi rêya telefonê gef li min xwarine. 2 caran gefa kuştinê. Heriwha 2 caran jî bi otomobîlê ketin pêşiya min û gef li min xwarin. Daxwaz ji min dikin ez dest ji vê dosyeyê berdim.”

Wî parêzerî ji Rûdawê re tekez kir ku, ew qet dest ji wê dosyeyê bernade, ji ber ku ew karekî mirovî dike û wiha domand: “Ji ber wan gefan, min bi rêya dadgehê gilî kiriye, lê heta niha kes nehatiye girtin û lêkolîn berdewam e.”

Sîrwan Ezîz derbarê wan kesan de wiha got: “Ez dibêjim ew heval û mervên tometbaran e, lê ez bawer nakim malbatê wan bin, ji ber ku malbatên wan ji ber karê wan ê qirêj ji wan hêris bûne.”

Piştî bûyera destdirêjiyê, malbata wê keçê bi rêya Neteweyên Yekbûyî (UN) daxwaza mafê penaberiyê ji Awustralya kirin û di cih de hatin wergirtin û meha Îlonê ya borî jî ji Kurdistanê çûn wî welatî.





Çîroka revandinê


Êvara roja 6/1/2014 her yek ji tometbaran (H, S û Q), diçine yek ji markêtên bajarê Hewlêrê ji bo ku xwarinê bikirin. Tometbar (S) diçe nav markêtê û dema pere dide jimêryara markêtê, dibîne jimêryar keçeke 16 salî ye û bi telefonê bi zimanê erebî diaxife.

Piştre (S) ji markêtê derdikeve û diçe cem herdu tometbar (H û Q) û ji wan re dibêje keçeke ereb di nav markêtê de ye. Tometbar li nêzîkî markêtê di nav otombêlekê de ku curê wê Hyundai Accent hejmar 199777 Iraq/Hewlêr e, çavdêriya wê keçê dikin heta ku ji markêtê derdikeve.


Dema keç ji markêtê derdikeve, tometbar (S) ji otombêlê dadikeve û keçê ji pora wê ve dikişîne û wê bi zorê dixe nav otombêlê, (Q) şofêrê otombêlê ye. Her sê tometbar keçê direvînin û dibine ser rêya Mexmûrê.


Piştre li çolê û li nêzîk hawzekî xwedîkirina masiyan her yek ji tometbar (H, S û Q) keçê ji otombêlê dadixînin û her sê destdirêjiya seksî dikine ser.


Peyre tometbarê serekî yê bûyerê (S), telefona hersê kesên din dike û ew jî tên bi heman awayî destdirêjiya seksî dikine ser keça 16 salî û piştre keçê li ser cadeyekê davêjin.


Piştî ku hêzên asayişa Hewlêrê ji bûyerê tên agehdarkirin, lêkolîn li awayê rûdana bûyerê tê kirin û sûd ji komkirina zanyariyan û belgeyên hûr û kamîraya çavdêriyê digirin û di rêya wan re tometbaran nas dikin û bi hevkariya navbera asayiş û polîsê Hewlêrê tên girtin.

Rudaw
Top