• Sunday, 28 July 2024
logo

Piştgiriyek navdewletî bo derhênerê Kurd Keywan Kerîmî

Gulan Media November 24, 2015 Civakî
Piştgiriyek navdewletî bo derhênerê Kurd Keywan Kerîmî

Helmeta 63emîn Festîvala Navdewletî ya Filman a San Sebastian, bi daxwuyaniyek piştgiriya derhênerê Kurd Kewyan Kerîmî ragehand û daxwaza azadiya wî kir.

Komîteya 63emîn Festîvala Navdewletî ya Filman a San Sebastian a Îspanyayê, roja 19’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê fermî piştgirî da derhênerê Kurd Keywan Kerîmî.

Derhênerê Kurd Keywan Kerîmî meha borî li Îranê hate girtin û bi cezayê 6 sal zindanî û 223 qemçiyan hate ceza kirin.

Rêveberê Komîteya Festîvala San Sebastian Jose Luis Rebordinos ragehand ku Festîvala Navdewletî ya Filman a San Sebastian a Îspanyayê ev cezaya ku li ser Kerîmî de hatiye sepandin mehkûm dike. Herwiha diyar kir ku festîvalê helmetek komkirina îmzeyan bo piştgiriya Kerîmî daye destpêkirin, hejmarek zêde yê filmsaz, aktêr û karmendên sînemayê jî îmze kirine.

Rebordinos herwiha diyar kir ku filma derhênerê Kurd Kewyan Kerîmî yê bi navê ‘’Serpêhatiya jin û mêr’’ di vekirina festîvalê de hatiye pêşandan.

Festîvala Filman a San Sebastian ji sala 1953’êyan ve hemû salekê li bajarê San Sebastian a Îspanyayê birêve diçe.

Basnews
Top