• Sunday, 28 July 2024
logo

Mirazên bûk û zavayekî kurd di “Kamyona Mirinê” de ma!

Gulan Media November 19, 2015 Civakî
Mirazên bûk û zavayekî kurd di “Kamyona Mirinê” de ma!
Cenazeyên bûk û zavayekî Rojavayê Kurdistanê, ku di rêya koçberiya Ewropayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bo zêda wan hatin şandin.

Cenazeyên jin û mêreke Rojavayê Kurdistanê, ku tenê 5 meh ji jiyana wan a hevbeş derbas bibû û di “Kamyona Mirinê” ya Nemsayê de mirî hatibûn dîtin, duh ji Hewlêrê ber bi zêda wan, bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ve hatin şandin.

Navê zilam Muhened (30 salî) û navê jina wî jî Lavîn (20 salî) bû. Ew, havîna îsal ji bo ku derbasî Ewropayê bibin, bi rêya deryayê re û bi qaçaxî derbasî Yûnanistanê bibûn û ji wir jî derbasî Nemsayê bibûn.

Lê cenazeyên wan û 69 kesên din di kamyonekê de li welatê Nemsayê hatibûn dîtin. Ew kamyon paşê wek “Kamyona Mirinê” hatibû binavkirin.

Rudaw
Top