Sine – Hejmara jinên ku madeyên hişber bikar tînin, du caran zêde bûye!
![Sine – Hejmara jinên ku madeyên hişber bikar tînin, du caran zêde bûye!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/165744Image1.jpg )
Li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Sine, rêjeyek mezin ji welatiyan, ji ber sedemên cuda cuda, madeyên hişber bikar tînin û rêjeya bikaranîna madeyên hişber jî roj bi roj zêde dibe.
Berpirsê karûbarên jinan li eyaleta Sine Leyla Ajîr eşkere kir ku nexweşiyên civakî di nav jinan de pir zêde bûye û derbên giran li malbatê dixe.
Leyla Ajîr anî ziman ku yek ji wan nexweşiyan, bikaranîna madeyên hişber e ku li gorî par, rêjeya jinên ku madeyên hişber bikar tînin du caran zêde bûye, ev jî mirov dilgiran dike û ditirsîne.
Ajîr diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna rêjeya bikaranîna madeyên hişber ji aliyê jinan ve, ew e ku jin haya wan zêde ji ziyanên madeyên hişber tine lewma divê sazî û navendên pêwendîdar bi taybet medya û navendên ragihandinê di agahdarkirina jinan de rolek aktîv bilîzin.
Berpirsê Encumena Nehîştina Madeyên Hişber a Sine, Selîm Kerîmî par gotibû, %9ê bikarberên madeyên hişber ên Sine, jin in. Li gorî gotinên Leyla Ajîr û Kerîmî, niha li Sine derdora %20ê kesên ku madeyên hişber bikar tînin, jin in.
Rudaw