• Sunday, 28 July 2024
logo

Almanya ji bo zarokên kurd gavek avêt

Gulan Media October 12, 2015 Civakî
Almanya ji bo zarokên kurd gavek avêt
Li Almanya ji bo zarokên penaberên kurd ku bi almanî nizanin programa zarokan ya bi navê "Bernameya ligel Mişk" ji bo zimanê kurdî hat dublajkirin.

Dezgeha radyo û televîzyona almanî WDR, kevintirîn programa zarokan, "Bernameya ligel Mişk" ji bo penaberên kurdî kir kurdî û belav kir.

Ev programa zarokan, ku zarokan fêrî tiştan dike û gelek agahî têde hene, zanyariyên zanistî bi zimanê zarokan pêşkêş dike, ji sala 1971 ve hatiye çêkirin.

Heta niha Bernameya ligel Mişk bi gelek zimanên cîhanê hatiye dublajkirin, ev yekemîn care bi kurdî derdikeve.

Rudaw
Top