• Sunday, 28 July 2024
logo

Silêmanî - Keçeke 20 salî li ser cadeyê bi çek hat kuştin

Gulan Media October 3, 2015 Civakî
Silêmanî - Keçeke 20 salî li ser cadeyê bi çek hat kuştin
kiçeke temen 20 salî li Silêmaniyê ji aliyê çend kesan ve teqe lê hat kirin û demildest jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên Rûdawê, duh 2ê Cotmehê keçeke temenê wê 20 salî saet 15:00ê piştî nîvro li ser cadeya Pîremêrd li nêzîk baxçeya Dayik ji aliyê çend kesên nenaskirî ve rastî êrişeke çekdarî hat û di cih de jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan çekdaran teqe li wê keçê kirin û ew birîndar kirin, piştre jî çend gulleyên din li wê dan û demlidest wê jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Jinek li ser cadeya Pîremêrd li nêzîkî baxçeya Dayik ji aliyê çend kesên nenaskirî rastî gullebarandinê hat û ew demildest jiyana xwe ji dest dide.”

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê herwiha got: “Heya niha nayê zanîn ku ew keç kî ye û navê wê çî ye, ji ber ku ti nasnmayek pê re nîne.”

Serkewt Ehmed herwiha da xuyakirin: “Li ser bûyerê ti kes heya niha nehatiye girtin, lê belie dosyaya lêkolînê derbarê bûyerê de hatiye vekirin û termê kesê kuştî jî bo peymangeha dadwerî ya pizişkî ya Silêmaniyê hatiye veguhastin.”

Derbarê sedemên kuştina wê keça 20 salî de heya niha ti zanyarî di ber dest de nînin û nayê zanîn ku çima û li ser çi hatiye kuştin.

Rudaw
Top