• Sunday, 28 July 2024
logo

Dr Rêkewt Reşîd: Ti haletekî Kolêra li Herêma Kurdistanê nehatiye tomar kirin

Gulan Media September 23, 2015 Civakî
Dr Rêkewt Reşîd: Ti haletekî Kolêra li Herêma Kurdistanê nehatiye tomar kirin

Wezîrê Tendirûstî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê nexweşiya Kolêra ragihand: Li Herêma Kurdistanê me amadekariyên xwe kirine. Lê heta niha ti haletek nexweşiya Kolêra li Kurdistanê nehatiye tomar kirin.

Îro 22 Eylûnê Wezîrê Tendirûstî yê Hikûmeta Herêam Kurdsitanê Dr Rêkewt Heme Reşîd di kongireyekî rojnamevanî de ragihand: “Heta niha ti haletek nexweşiya Kolêra li Herêma Kurdistanê nehatiye tomar kirin, lê metirsiya me heye jiber ku nexweşî ji Herêma Kurdistanê nêzîke.”

Navborî got: “Me wek Wezareta Tendirûstî amadekariyên xwe bi hemhingî ligel parêzgeh, wezareta şarewanî, rêveberiyên avê li parêzgehan kirine da ku çavdêriyek zêdetir bidin çavkaniyên avê û cihên giştî.”

Di daxuyaniyên xwe de Wezîrê Tendirûstî daxwaz ji welatiyan kir ku av û xwarina paqij bikarbînin û pêbendî rêbazên tendurûstî bin da ku bi Kolêra nexweş nekevin.

Heta niha bi dehan haletên nexweşiya Kolêra li hin parêzgehên Iraqê hatine tomar kirin. Çend welatiyekî jî bi vê sedemê jiyana xwe jidest dane.

Basnews
Top