• Sunday, 28 July 2024
logo

Zaxo: Jin û zarokek bi kêrê hatine kuştin

Gulan Media September 3, 2015 Civakî
Zaxo: Jin û zarokek bi kêrê hatine kuştin

Duh danê êvarê li qeza Zaxo jinek û zarokek li malê bi kuştî hatine dîtin û li gor axaftina berpirsê ragihandina polîsê Zaxo ew jin û zarok bi kêrê hatine kuştin û tawanbar jî reviyaye.

Berpirsê ragihanda polîsê qeza Zaxo Neşet Selman ragihand ku: Duh sêşemê di demjimêr 6 êvara 1/9/2015 li taxa Zagrosê li Zaxo termê jin û zarokekî bi kuştî hatine dîtin.

Li gor daxuyaniya polîsê Zaxo ew jin (27) salî û zarokê (4) salî li nava malê bi kêrê hatine kuştinê.

Berpirsê ragihandina polîsê Zaxo da zanîn ku tawanbar berve cihekî nediyar ve reviyaye û termê dayîk û zarokê kuştî rakirina pizîşka dadwerî ya Zaxoyê.

Xendan
Top