• Sunday, 28 July 2024
logo

Başûrê Kurdistanê - Piştî 7 salan îdam hat bicîhanîn

Gulan Media August 24, 2015 Civakî
Başûrê Kurdistanê - Piştî 7 salan îdam hat bicîhanîn
Li Başûrê Kurdistanê piştî 7 salan cezayê îdamê hat bicîanîn. Li Dihokê, zilamek û 2 jinên xwe bi tohmeta kuştin û revandina 2 zarokên keç hatin îdamkirin.

7 sal bû ti kes li Başûrê Kurdistanê nehatibû îdamkirin çimkî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermana îdama ti sûcdarekî/ê îmze nedikir lê hefteya borî ev tilism şikest.

Kesê bi navê F.C. û 2 hevjînên wî bi tohmeta revandin û kuştina 2 zarokên keç hatin îdamkirin.

Bûyer çawa qewimî û çawa eşkere bû?

Roja 18ê Mijdara sala 2011ê, li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê, keça bi navê Avan Hacî (11 salî), ku çûbû parkê, ji nişkave wenda bibû. Dîsa li Zaxo, roja 24ê Adara sala 2012ê jî keça bi navê Havîn Hesen (11 salî) wenda bibû.

Li ser lêgerîn û hewlên dîtina wan çekan, efserê polîsê Zaxo, Neşet Silêman ji Rûdawê re got, gumana me li ser hinek kesan hebû ku destê wan di wendabûna wan keçan de heye, yek ji wan, kesê bi navê F.C. bû. Ji ber wê jî me gazî wî û hevjîna wî kir ji bo lêpirsînê. F.C. li bajarê Zaxo kar dikir û 2 jinên wî hebûn. Yek li Zaxo dima ya din jî li Hewlêrê.

Neşet Silêman her wiha got, rojekî jina F.C. a li Zaxo hat ba me û got, “zilamê min li min dide, çareyekê ji rewşa min re bibînin”. Me jî jê re got ku divê tu serdana rêveberiya nehîştina tundiyê li dijî jinan bikî. Lê wê ji me re got, “eger hûn min ji destê zilamê min rizgar bikin ezê agahiyekî girîng bidim we”. Wê jinê got, ew du keçên ku li Zaxo wenda bibûn, “ji aliyê zilamê min ve hatine revandin û kuştin”.

Mirovekî nêzîkî F.C. ji Rûdawê re got, F.C. li jina xwe ya Zaxo, zarokek heye û ji ya Hewlêrê jî 5 zarok hene. Wî ew her du keç biribûn mala xwe ya Hewlêrê û zû vegeriyabû ji bo ku ti kes nezanibe. Wî zilamî destirêjî li wan keçan kiribû û paşê her du jî kuştibû.

Piştî ku bûyer eşkere dibe, polîs, F.C û her du jinên wî digire û derdixe pêşberî dadgehê. Dadgeha Dihokê roja 24ê Nîsana îsal wan tohmetbaran bi îdamê mehkûm dike. Biryara dadgehê ji aliyê dadgeha temîzê ve jî tê pesendkirin.

Lê ji bo ku biryar were bicîhanîn divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îmze bike ji ber wê jî biryarê dişînin ber destê Barzanî.

Barzanî ji sala 2008ê ve heta wê demê ti cezayeke îdamê îmze nekiribû lê wê biryarê îmze dike û bi vî rengî piştî 7 salan yekemîn cezayê îdamê li Başûrê Kurdistanê tê bicîhanîn.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di dema îdamkirina wan tohmetbaran de malbatên wan keçan jî amade bibûn.

Bavê Avanê, Hacî kêfxweşiya xwe ji îdamkirina wan tohmetbaran nîşan da û got, em bi îdamkirina wan kêfxweş bûn. Qet nebe hinekî birînên me sivik bûn.

Rudaw
Top