Koça penaberan a Ewropa bi xeteriyan ve didome
![Koça penaberan a Ewropa bi xeteriyan ve didome](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/Kocber-650x320.jpg )
Koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Izmîra Tirkiyê bi belemên lastîkî xwe digihînin aliyê din yê deryaya Îce.
Gelek caran belem di nava avê de dimîne û koçber bin av dibin, dixeniqin. Derbaskirina deryayê gelekî xeter e.
Heta niha hejmareke zêde ji koçberên ku di bin avê de xeniqîne, termê wan wenda ye, nehatine dîtin.
Di nava 3 rojên dawiyê de nêzîkî 2 hezar koçberên ku piraniya wan xelkên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûn, xwe gihandine Kosê, ku 8 kîlometran ji Tirkiyeyê dûr e.
Ev vîdyoya ku hûn li ser ekranên Rûdawê dibînin, koçberekî ku di belemê de ye ji me re şandiye.
rudaw