• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê 5 hezar jin li kolanan dixewin

Li Îranê 5 hezar jin li kolanan dixewin
Li gor nûçeya malpera Kar ya Îranî Cigirê Serok Komarê Îranê bo Karên Jinan û Malbatan Şehîndoxî Molawirdî ragehand: “ 13 navendê cuda hene ku berpirsyarê wan jinane ku li kolana dixewin û malê wan tuneye. Ev pirsgirêke ke giringe û em hewl didin li gel van navendan vê pirsê şareser bikin.”

Li gor ragehanadina Îranê Rehberê Komara Îslamiya Îranê sebaret bi vê pirsê gotiye : “ Ev diyarde pêwendiya xwe bi çanda civakê nînê, ev babet vedigere ser rewşa abûrî.”
Her li gor ragehandina Îranê, jimareya jin û zarokên bêmal her diçe zêde dibe. Zêdetirî van jinan temenê wan mezine lê aniha her diçe hejmara jinên genc yê bêmal jî zêde dibe.

Li ser kar kirine bernameya atomî ya îranê ev dewlet di bim gemaroya abûrîda ye; lê vê dawiyê Îranê bi welatên Rojavare li hev kir ku dê dezgehên xwe yên dewlemend kirine uranyumê ji wan re veke û li beramber wê jî de gemaroya abûrî li ser Îranê were kêm kirin.

Basnews
Top