• Sunday, 28 July 2024
logo

Komeleya Mafê Jinan: 238 Jinên Îraq`ê hatine kuştin

Komeleya Mafê Jinan: 238 Jinên Îraq`ê hatine kuştin
Komeleya Mafê Jinan li parêzgeha Kerkûk`ê îro ragihand ku, di heyama 3 sal û nîvê de 238 haletên xwekuştin û kuşina jinan rû dane.

Seroka Komeleya Mafê Jinan Sirûd Mihemed Falih di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku, di heyama 3 sal û nîvê de 238 haletên xwekuştin û kuştina jinan li parêzgeha Kerkûk`ê rû dane ku di sala yekem de bi vê awayî bû:

- 35 Haêletîn xwekuştin û xweşewitandinê.

- 17 Haletên xwebidarvekirinê.

- 14 Haletên kuştin û lêdana ji aliyê zelaman ve.

* Di sala 2014`an de li bajarê Kerkûk`53 Haletên xwekuştina jinan rû dane.

* Di sala 2013`an de 55 halet.

* Di sala 2012`an de 65 halet

Eve di demekê de ye ku, hejmarekE mezin ji jinên parêzgehên Îraq`ê ku di nava wê de parêzgeha Kerkûk`ê jî jiber rewşa aborî û civakî nikarin bixwînin , lewra jin nava civakî de zayendeyek pileya wê ji zelam kêmtir tê dîtin.

Xendan
Top