• Sunday, 28 July 2024
logo

Rojhilat- 3 jinên kurd rastî êrişa tîzabê hatin

Rojhilat- 3 jinên kurd rastî êrişa tîzabê hatin
Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, kesên nenas tîzab (asîd) avêtin ser 3 jinên kurd. Birayekî yek ji wan jinan jî dibêje, peyayên dewleta Îranê ew kar kirine.

Şeva borî li bajarê Bokanê, 3 jinên kurd li nav kolanê û li ber çavên welatiyan rastî êrişê hatin, kesên nenas tîzab bi ser wan jinan de kirin.

Li gorî agahiyan, ew jinên kurd di encama wê êrişî de li deverên cuda cuda yên laşê xwe de birîndar bûn.

Ew jinên kurd rakirine nexweşxanê lê heta niha ti agahiyek li ser rewşa tenduristiya wan nehatiye belavkirin.

Birayê yek ji wan jinên ku rastî êrişa tîzabê hatiye, Elî Îsmaîlnejad ji malpera KurdPa re ew bûyer piştrast kir û got, ew êrişa tîzabê ji aliyê peya û saziyên ewlehiyê yên dewleta Îranê ve hatiye kirin.

Elî Îsmaîlnejad ku ji ber xebatên siyasî li derveyî welêt dijî û nikare vegere Rojhilatê Kurdistanê, da zanîn ku heta niha gellek caran hêzên ewlehiyê yên Îranê, ji ber wî endamên malbata wî tehdîd kirine.

Par li bajarên Îsfehan û Tehranê yên Îranê jî komek jin û keç rastî êrişa tîzabê hatibûn. Li gorî ku mexdûrên tîzabê digotin, ew kar ji aliyê milîsên Besîc ve hatiye kirin lê heta niha ti kes li ser wan bûyeran nehatiye girtin û darziandin.

Rudaw
Top