• Sunday, 28 July 2024
logo

Du xortên kurd yarê dayîka xwe kuştin û reviyan!

Du xortên kurd yarê dayîka xwe kuştin û reviyan!
Li Almanyayê, fermana girtina du xortên kurd bi tohmeta ku “yarê dayîka xwe kuştine”, hat dayîn.

Li bajarê Duisburgê yê Almanya, zilamek bi demançeyê hatibû kuştin, jinek jî bi giranî birîndar ji bûyerê rizgar bibû. Duh dadweriyê li hemberî du kurên jina birîndar biryara binçavkirinê derxist û polîs li herdu ciwanên kurd digere.

Bûyer roja yekşema borî (31ê Gulanê) li mala zilamê kuştî Tevrat Y. (29 salî) qewimî. Li gor çapemeniya almanî, Tevrat Y. ji hevjîna xwe cuda bibû û wê rojê ligel yara xwe ya 42 salî bû. Yara 42 salî dayîka 8 zarokan e û bi eslê xwe ji Batmana Bakurê Kurdistanê ye.

Li gor cîranên Tevrat Y., saet 13:00 kesên nenas ketine hundirê mala Tevrat Y. û piştî dengê bilind dengê guleyan hatine bihîstin. Tevrat Y. hate kuştin û guleyek li zikê yara wî ya 42 salî jî ket. Ji bo ku ji kuştinê rizgar bibe, jina birîndar xwe ji qata yekê avêt xwarê û reviya mala cîranan. Cîranan jî bangî polîsan kir. Jinik bi lezgîn gihandin nexweşxaneyê û li wir hat emeliyatkirin. Li gor polîsan, rewşa wê niha baş e.

Polîsên alman bawer dikin ku kesên kujer herdu kurên yara 42 salî bin û ew ji têkiliya di navbera zilamê kuştî Tevrat Y. û dayîka xwe de aciz bûne û vê bûyerê weke meseleyeke pakkirina namûsê şîrove dikin.

Herdu birayên ku bi kuştina Tevrat Y. û birîndarkirina dayîka wan tên tometbarkrin, Suphan Osmanoglu (24 salî) û Mazlûm (16 salî) niha winda ne û polîsên almanî li wan digerin, îhtimal heye ku ew ji Almanyayê derketibin.

Rudaw
Top