• Sunday, 28 July 2024
logo

Îran- Êdî zilam nikarin porrê xwe bi modêla “şeytanî” çêbikin!

Îran- Êdî zilam nikarin porrê xwe bi modêla “şeytanî” çêbikin!
Li Îranê, ji zilaman re tatokirin, solariyom û rakirina biryan û bikaranîna “modêlên şeytanî” ji bo porran hat qedexekirin.

Li gorî medyaya Îranê, Serokê Yekitiya Kuaforên Zilaman, Mistefa Guvahî ragihand, êdî tatokirin, solariyom, rakirina biryan qedexe û bikaranîna modêlên şeytanî ji bo porrên zilaman qedexe ye.

Wî rayedarê îranê qesta xwe ji modêlên şeytanî neanî ziman lê li gorî hinek maperên îranî qesta wî ji modêla şeytanî heman modêla bi navê “popina dîk” e ku vê dawiyê di nav xortan de bûye moda.

Mistefa Guvahî kufaforên ku vê yekê binpê dikin jî tehdîd kir û got, yên ku vê fermanê binpê bikin û “çanda rojavayî” belav bikin dê bên cezakirin û cihê karê wan dê were girtin.

Her çiqas li Îranê çavdêriyeke tund li ser civakê heye lê dîsa ciwan dikarin bi rêya televîzyon û înternetê modayê

Rudaw
Top