• Sunday, 28 July 2024
logo

Renca Şehîdan- Di şevekê de zêdetirî 16 milyon dolar hat komkirin

Renca Şehîdan- Di şevekê de zêdetirî 16 milyon dolar hat komkirin
Di çarçoveya kampanyaya Rûdawê ya komkirina alîkariyan ji bo malbatên şehîdên şerê DAIŞê de, di şevekê de zêdetirî 16 milyon dolar hat komkirin.

Şeva borî di bernameya Legel Ranj a Rûdawê de ku bi awayekê zindî hat pexşkirin, komek karsaz, dewlemend û sermayedarên Kurdistanê beşdar bûn.

Wan karsaz û dewlemendan bi bexişandina pere, xanî û alîkariyên din tevlî kampanyaya Rûdawê ya bi navê “Renca Şehîdan” bûn.

Di dawiyê de lêjneya ku ji bo çavdêrîkirin û belavkirina wan alîkariyan hatiye avakirin, ragihand, zêdetirî 16 milyon dolar hatiye komkirin.

Alîkariya herî zêde ji aliyê karsazê kurd Farûq Mela Mistefa ve hat dayîn. Farûq Mela Mistefa 3 milyar dînar da, pey wê jî karsazê bi navê Şêx Seid 2 milyon dolar alîkarî da malbatên şehîdan.

Hinek karsaz û şîrketên ku şeva borî tevlî kampanyaya Renca Şehîdan a Rûdawê bûn, ev in:

Farûq Mela Mistefa-Xwediyê şîrketa pêwendiyan a AsiaCellê: 3 milyar dînar

Şêx Seid- Xwediyê şîrketa Qeyan: 2 milyon dolar

Sîrwan Barzanî-Xwediyê şîrketa Korek Telecom: 1 milyon dolar

Pêşrew Dizeyî-Xwediyê şîrketa Falcon Grup û Impire World: 1 milyon dolar

Ehmed Îsmaîl- Xwediyê şîrketa Mas: 1 milyon dolar

Rêveberê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed jî di wê bernameyê de li ser kampanyayê axivî û spasiya karsaz û şîrketên ku tevlî kampanyayê bûne kir û got, hesbaba bankî ya kampanyayê dê roja 6ê Nîsanî were girtin.

Kampanyaya Renca Şehîdan a Rûdawê 25ê Nîsana îsal dest pê kir.

Kes û şîrketên ku dixwazin tevlî kampanyaya Rûdawê bibin, dikarin bi van hesabên bankî beşdar bibin:

Ji bo alîkariyên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê,


Bank: Banka Navdewletî ya Kurdistanê (KIB)

Navê Hesab: RanjiShahidan


Hesab: 2222


Ji bo alîkariyên ji derve:


Bank: Banka Navdewletî ya Kurdistanê (Kurdistan International Bank)


Swift: KIBIIQBA


IBAN: IQ01KIBI2222


Navê Hesabê: RanjiShahidan

Rudaw
Top