• Sunday, 28 July 2024
logo

Başûr- 193 bûyerên tundûtujiyê li dijî mêran

Başûr- 193 bûyerên tundûtujiyê li dijî mêran
Ehmed Resûl (30) mêrekî esmer e û karmendê fermangeheke Silêmaniyê ye. Beriya 3 salan, Ehmed bi xizmeke xwe re zewicî û du kurên wan hene.

Ehmed êdî nema dikare tundûtujiya jina xwe debar bike û hawara xwe gihandiye rêxistineke mêran da berevaniya wî bikin.

Ehmed li çayxaneyekê serpêhatiya xwe ji Rûdawê re got û behsa tundûtûjiya jina xwe kir: “Pirsgirêkên me biçûk in. Lê jina min wan mezin dike. Wek mînak ez sibehan li dewamê me. Piştî nîvro jî diçim kar dikim. Bi şev jî gava vedigerim pir westiyayî me. Lê jina min dibêje bi min re zarokan xwedî bike.”

Ehmed yek ji wan mêran e ku li ba Yekîtiya Mêrên Kurdistanê doz vekiriye li dijî tundûtujiya ku jina wî û xizmên wê lê dikin: “Jina min dijûnan li min dike û tew hewl daye li min jî bide. Carekê birayekî wê gefa kuştinê li min kir.”

Şîdeta dijî mêran zêde dibe

Li gorî îstatîstîkên Yekîtiya Mêrên Kurdistanê, di sê mehên yekem ên par de, 169 mêran doz li dijî jinên xwe vekirine. Lê di sê mehên yekem ên îsal de, hejmara dozan zêdetir bûye û derketiye 193an.

Derbarê bûyerên xwekuştina mêran jî, li gorî îstatîstîkên Yekîtiya Mêrên Kurdistanê di sê mehên yekem ên par de, 14 mêran xwe kuştibû. Lê îsal di nava sê mehên borî de 13 mêran xwe kuştiye.

Bi dîtina sekreterê Yekîtiya Mêrên Kurdistanê Burhan Elî, krîza aborî bandor li ser zêdebûna şîdeta jinan li hemberî mêran kir: “Di civaka kurdî de, barê xwedîkirina malê di stûyê mêran de ye. Lewma piraniya pirsgirêkan rûbirûyî wan dibin.”

Meha borî wek meha herî bêyom li ba Yekîtiya Mêrên Kurdistanê hat tomarkirin. Çimkî 9 mêran xwe di meha borî de kuştin.

Sekreterê Yekîtiya Mêrên Kurdistanê Burhan Elî eşkere kir ku her roj mêr pêwendiyê bi wan re dikin û dibêjin emê xwe bikujin: “Xwekuştina mêran bûye diyarde.”

Berpirsên polîsên Silêmaniyê dibêjin, zanyariyên wan hene ku hinek mêr ji ber krîza aborî ji malên xwe derketine. Berdevkê polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re got: “Beşek ji wan tundûtujiyan encama krîza aborî ne, çimkî jin an zarok guşarê li mêran dikin û mêr ji mal direvin.”

Hinek mêr ne tenê li ba Yekîtiya Mêrên Kurdistanê dozê vedikin, lê giliyên xwe dibin ba polîsan jî. Serkewt Ehmed got: “Hinek mêran li ba me doz vekirine ku ji hêla jinên xwe ji mal hatine qewitandin.”

Parêzer û Rêvebera Rêxistina Alîkariya Yasayî ya Jinan Şoxan Heme Reşîd mikur hat ku tundûtûjî li hember mêran heye, lê diyar kir ku tundûtujiya li dijî jinan zêdetir e:


“Rast e kêşeyên malbatî yên mêran jî hene. Lê eger şîdet jî li hemberî wan bê kirin derûnî yan xêzanî ye. Ez agehdar im ku li dadgehan her roj çend jin dozê vedikin. Mêr jî wisa dikin. Em bi jinan re rûdinin û bi mêran jî rûdinin bi armanca çareserkirina kêşeyên wan.”

Lê Burhan Elî sazî û rêxistinên jinan rexne dike û dibêje: “Ew tenê li ser mafên jinan kar dikin, lê qet behsa erkên jinan nakin. Divê jin fam bikin ku pêwist e alîkariya mêrên xwe bikin.”

Şoxan jî Yekîtiya Mêrên Kurdistanê rexne dike û dibêje heta niha destpêşxeriyeke wiha nekirine bo çareserkirina dozên tundûtujiyê: “Eger Yekîtiya Mêrên Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji me bike, em amade ne.”

Bi giştî tê bawerkirin ku mêr li jinên xwe didin, lê li gorî civaknas Çoman Ehmed: “Jin bêhtir bi dijûn û biçûkxistinê tundûtujiyê li hemberî mêran dikin, lewma mêr nikarin giliyê wan bikim, çimkî belgeyek di destê wan de tune.”

Rudaw
Top