• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Mêrdînê şerê cerdevanan: 3 mirî

Li Mêrdînê şerê cerdevanan: 3 mirî
Li gundên Merdînê ku yek girêdayî navçeya Şemrxê yê din jî girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî duh ji ber deverên pez çêrandinê pevçûn derket û di encamê de 3 kesan jiyan xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di navbera cerdevanên gundê Sakizli û Balpinar ji ber herêmên pez çêrandinê Susamlî pevçûn derket û di encamê de 3 kesan jiyan xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin ji ber ku pevçûn ji derveyê gundan bûn leşkerên Tirkiyeyê ne karin zû mudaxale bikin.

Pevçûn hatin rawestandin û birîndar jî birin nevxweşxaneya Şemrexê û Mêrdînê.

Rudaw
Top