• Sunday, 28 July 2024
logo

Xwendekarên Kurd naxwazin ji Ukrayna vegerin

Xwendekarên Kurd naxwazin ji Ukrayna vegerin
Rêveberê xwendekarên biyanî li Zanîngeha Logace ya Ukrayna, Dimitri Polkhov ragehand ku piraniya xwendekarên biyanî yên li wê zanîngehê dixwînin vegeriyane welaten xwe û tenê hejmareke kêm a xwenekarên biyanî li wir mane.

Ji ber bûyerên ku ev nêzîka salekê ye li Ukrayna qewimîne, rejîm hilweşiya û beşek ji wî welatî xwe tevlî Rûsyayê kir, rewşa ewlekariyê li wî welatî xirab bû lewma welatiyên Ukrayna û bi taybetî yên li navçeyên sînor dijiyan berê xwe dan welatên din ên Ewropa.

Televîzyona Rusya Today belav kir ku, Dimitri Polkhov aşkere kiriye ku heta niha nêzîka 1700 xwendekaran zanîngeha wan bi cî hiştine, û xelkê her yek ji Hindistan, Bangeledeş, Nîpal, Serelanka û hinek bajarên din ên Efrîqayê ne, herwiha 350 xwendekar mane ku heta niha daxwaza bi cî hiştina zanîngehê pêşkêşî wan nekirine.

Navborî da zanîn ku ew xwendekarên heta niha ew bajar bi cih nehiştine xelkê Nîjerya, Kînya, Tenzanya û Iraqê ne, lê tiştê balkêş ew e ku rêveberê xwendekarên biyanî da zanîn ku xwendekarên Iraqê bi tu awayekî razî nabin zanîngehê û bajarê wan bi cîh bihêlin. Li gor agahiyên BasNewsê, piraniya wan xwendekarên Iraqê, yên Herêma Kurdistanê ne ji ber ku xwendekarên Kurd li ser Iraqê tên hejmartin.

Dimitri Polkhov axaftina xwe wiha qedand: “Ezmûnên xwendekaran bi awayekî demkî heta 15.08.2014 hatin paşxistin, eger heta wê demê jî rewşa bajar baştir nebû em neçarin ku li çareseriyek din bigerin.”

Basnews
Top