• Sunday, 28 July 2024
logo

NY dixwaze bikujê Dunya bê girtin û darizandin

NY dixwaze bikujê Dunya bê girtin û darizandin
Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Nikolay Mladenov kuştina zaroka zewicandî ya15 salî bi navê Dunya, şermezar kir û ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku hemû hewldanên xwe bixe tevgerê bo girtina bikujê wê.

Nikolay Mladenov di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku cezayên giran li ser tawanbarên şideta li dijî jinan bên ferzkirin. Mladenov tekez kir ku divê bi hemû awayekî li himber wan karên hovane bê rawestandin û tu hinceteke kultûrî û olî bo bikaranîna şideta li dijî jinan nîne.

Roja (24.05.2014) li nehya Kelekçî ser bi Şêxana parêzgeha Dihokê Dunya, zaroka zewicandî ya temen 15 salî piştî îşkenceyeke zêde ji aliyê hevjînê xwe yê 45 salî bi guleyan hatibû kuştin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî kiryara kuştina Dunya şermezar kirin. Parlamentoya Kurdistanê jî komîteyek taybet bo şopandina vê dosyayê pêk anî. Lê heta niha jî bikujê Dunya xwe veşartiye, cihê wî nediyare û lêkolînên li ser vê dosyayê berdewam in.

Basnews
Top