• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Sine 2000 kesên bi nexweşiya AIDS’ê hene

Gulan Media December 2, 2013 Civakî
Li Sine 2000 kesên bi nexweşiya AIDS’ê hene
Cîgirê Rêveberê Beşa Tendirûstî û Derman yê Zanîngeha bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê Ferzam Bîdarpûr ragehand ku li parêzgeha Sine 2000 kesên bi nexweşiya AIDS’ê hene û heta niha navê 472 nexweşan hatiye tomarkirin.

Ferzam Bîdarpûr di civîneke çapemeniyê de ku li bajarê Sine lidarxist, got: ‘’Niha nexweşiya AIDS’ê zêdetir bi rêya peywendiyên seksî tê veguhestin. Li parêzgeha Sine her meh sê kes bi vê nexweşiya metirsîdar dikevin.’‘

Bîdarpûr wiha axifî: ‘’Niha tê pêşbînîkirin ku 1500-2000 kes li parêzgeha Sine bi nexweşiya AIDS’ê ketibin. Heta niha 175 kes mirine û piraniya wan nexweşan jî mêr in.’‘ Li gor Bîdarpûr, nexweşiya AIDS’ê herî zêde li bajarên Sine, Seqiz û Kamyaran ên Rojhilatê Kurdistanê heye, kê li Merîwan û Sewlawe kêmtir e.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê nexweşiya AIDS’ê her diçe zêde dibe û li Rojhilat û Îranê bi giştî bajarê Kirmanşah di warê nexweşiya AIDS’ê de rekor şikandiye. Pisporên pizîşkî jî zêdebûna vê nexweşiyê bi xemsariya karbidestên rejîma Îranê ve girêdidin.

Basnews
Top