• Sunday, 28 July 2024
logo

Asayişa Jinan a Kobanê 114 doz çareser kir

Gulan Media December 1, 2013 Civakî
Asayişa Jinan a Kobanê 114 doz çareser kir
Rêveberiya Asayişa Jinan a herêma Kobanê diyar kir ku wan di 6 mehên dawî de 132 dozên Jinan şopandine. Ji van 114 doz hatine çareserkirin.

Li herêma Kobanê Hêzên Asayişa Jinan rewşa jinên herêmê dişopîne û pirsgirêkên wan çareser dike. Rêveberiya Asayişa Jinan a Kobanê diyar kir ku wan di 6 mehên dawiyê de 132 dozên Jinan şopandine. Rêveberiya Asayîşê da zanîn ku piraniya dozan derbarê nakokiyên malbatî û tundiya li dijî jinan e.

Yek ji rêveberên Asayîşa jinan Heyfa Hesen diyar kir ku ew bi alîkariya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan, Asayişa Giştî û Dadgeha Gel, doz û pirsgirêkên Jinan dişopînin û çareser dikin. Heyfa Hesen, got ku piraniya dozan mijdarên nakokiyên malbatî yên di navbera mêr û jinan de ne. Heyfa, destnîşan kir ku ew dozên tundiya li dijî jinan dişopînin û bi hemû îmkanên xwe jinan diparêzin.

Hesen wiha dewam kir:" Li Kobanê civaka eşîretiyê hîn serdeste, lewma gelek jin dema rastî tuniyê tên naxwazin giliyên xwe li cem Asayişê bikin." Hesen, diyar kir ku ew hewil didin ku pirsgirêkan bi rêya lihevhatinê çareser bikin.

Heyfa Hesen da zanîn ku ji 132 dozên ku wan şopandine 114 doz hatine çareser kirin, 10 doz dewrî Dadgeha Gel. Her wih 8 jî dewrî Navenda Zanist û Perwedeya Jinê hatine kirin.

ANF
Top