• Sunday, 28 July 2024
logo

Silêmanî: Termê gêncekî hate dîtin

Gulan Media November 25, 2013 Civakî
Silêmanî: Termê gêncekî hate dîtin
Duh yekşeme 24/11/2013 polîsên Serçinar termê gêncekî temen 33 sal dîtine û tê payîn ku Ereb bê û bi kêrê hatiye kuştin.

Berdevkê birêvebertiya polîsê Silêmanî neqîb Serkewt Ehmed ragihand: Roja yekşeme navenda polîsê Serçinar em agahdar kirin ku termek li nêzîkî seyrangeha Newroz hatiye dîtin, piştî wê jî polîsê Serçinar û tîma belgeyên tawanê çûne cihê rûdanê û termek dîtine yê kesekî ye ku ji dayîkbuyê sala 1980 ye û navê wî (M.A.H) li gor ew pênaseyên ku li gel bûn ew xelkê navçeya Başîqayê a ser bi Musilê ye û çê dibe ku bi regez Ereb bêt.

Berdevkê polîs got: Çend kêr li piştê xistine û li wî cihî jiyan ji dest daye û li gor zanyariyên ku gihîştine destê polîsan tê payîn ku li wir ew û çend kesên din mijûlî vexwarinê bûne û pişte di navbera wan de şer buye û ew kuştine.

Serkewt Ehmed diyar kir ku leşê gêncê kuştî bo pizîşka dadwerî şandine û lêkolîn li ser rûdanê jî berdewamin.

Xendan
Top