• Sunday, 28 July 2024
logo

Di 2012’an de 168 jin hatin qetilkirin

Gulan Media November 24, 2013 Civakî
Di 2012’an de 168 jin hatin qetilkirin
Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê xeteriya tabloya tundiya li dijî jinê careke din raxist berçavan. Li gor rapora SKM'ê ya li gor çapemeniya herêmî û neteweyî amade kiriye, 25'ê Mijdara sala 2012'an ve 168 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. Li gor rapora Bîanet jî di 11 mehên destpêkê yên 2013'an de 148 jin û zarok rastî tecawizê hatine.

Li gor daneyan, gelek jinên hatine qetilkirin, berê daxwaza parastinê ji dewletê kirine, lê ev daxwaza wan nehatiye bicih anîn. Hin jin tevî di kontrola parastinê jî de ne hatine qetilkirin. Di kontrola parastinê de jinên ku rastî tundiyê tên jî pirsa "Gelo, tedbîrên dewletê yên parastinê çi qasî têr dikin?" tîne hişê mirov.

Li gor rapora Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM)'ê ya li gor çapemeniya herêmî û neteweyî amade kiriye, 25'ê Mijdara sala 2012'an ve 168 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. Li gor rapora Bîanet jî di 11 mehên destpêkê yên 2011'an de 111 jin rastî tecawiz û tacizê hatine, 15 jinan ji ber tundiya zilam xwe kuştine, 22 jin bi kêr û çekan hatine birîndarkirin. Li gor rapora Bîanet jî di 11 mehên destpêkê yên 2011'an de 148 jin û zarok rastî tecawizê hatine. Dîsa di heman wextî de 170 jin ji ber tundiya zilaman birîndar bûne, 126 jin rastî tacizê hatine. Dema rapor tên lêkolînkirin tê dîtin ku, herî zêde jin ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê tên. Bûyerên tundiya herî zêde li herêma Marmarayê rû didin û herî kêm jî li herêma Anadoluya Rojhilat.

ANF
Top