• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Riha jin li dijî tundiyê meşiyan

Gulan Media November 23, 2013 Civakî
Li Riha jin li dijî tundiyê meşiyan
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) bi sedan jinên Rihayê li dijî tundiyên li ser jînê bi erbaneyan meşîyan. Aktîvîsta DOKH'ê Cahîde Udum wiha got: "jin li mal, ji mêr, bav û birayên xwe şîddetê dibînin, li derve jî ji dest yên ku zagonan amade dikin dibînin."

Li Riha yê di pêşengiya Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) de, bi sedan jin li Kolana Topçu ji bo sedema "Roja tekoşîna cihanê ya li dijî şiddeta li ser jinê" hatin cem hev. Jinan, panqartên ku nivisandin "Gotinê meyê em bi hev re bên, hêza meyê em berxwebidin heye.

Ew tekoşîna meyê serekeye" , "Em bi Berîtanê re hatin ru dine, bi Zilanê re mezin bûn û emê bi Sakînê re azad bibin" û "Ji bo Cîhanek bê şîddet em li qadanin" xistin destên xwe û bi erbaneyan dest bi meşê kirin.

Jinan di meşê de dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bê serok jîyan nabe", "Jin jiyan azadî", "Gelê Rojava ne bi tenê ye" qêriyan û bi tilîliyê û çepikên xwe deng vedan. Jin bi vî şiklî heta Navenda Kar ya Ahmet Bahçivan meşiyan.

Li qadê jî dengê jinan nehat birîn û derdorên xwe bi kincê xweyê netewî û tilîlîyên xemilandin. Livê derê bi navê jinan Aktîvîsta DOKH'ê Cahîde Udum axifî û wiha got: "jin li mal, ji mêr, bav û birayên xwe şîddetê dibînin, li derve jî ji dest yên ku zagonan amade dikin dibînin. AKP, li gor hişmendiya xwe dixwaze jinê bixe bin qontrola xwe, li ser bedena jinê mafdar na hesibîne." Udum, şiddeta ku li ser jinên girtî zêdebuyî jî nîşan dan û wîsa axifî: "Em polîtîqayên AKP qebul nakin. Emê li beden û aqilê xwe xwedî derkevin. Heta jin azad û wekhev bibe, cihanek bê şîddet û aştî bi serketî pêk were, dê tekoşîna me bidome."

Daxuyanî, bi bangawaziya ku jin sibe jî seet di 12.00'an de li pêş avahiya Sendîqaya Tendûristî yê bên cemhev çalaki bidawî bû.

ANF
Top