• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê rêjeya nexwendevaniyê %16 ye

Gulan Media November 20, 2013 Civakî
Li Herêma Kurdistanê rêjeya nexwendevaniyê %16 ye
Li gor datayên Rêxistina Amanc bo meseleyên civakî, li Herêma Kurdistanê rêjeya nexwendevaniyê ji sedî 16 ye û niha 1848 dibistan di avahiyên kirê de ne û li 2282 dibistanên din jî zêdeyî du dewaman heye.

Di civîneke çapemeniyê de Rêxistina Armanc rêjeya nexwendevaniyê di 10 salên borî de eşkere kir. Li gor datayên rêxistina navbirî, ji sala 2000 heta 2013’ê hejmara xwendekaran li dibistanên seretayî dewam dikin yek milyon û du sed û not û yek hezar û çarsed û çil û heft e li seranserê Herêma Kurdistanê.

Li gor heman datayan, hejmara regeza nêr ji ya mê zêdetir e. Herwiha tê gotin ku ji şeş hezar û hefsed û sî û heşt dibistanan hezar û heştsed û çil û heşt dibistan di avahiyên kirê de ne û li du hezar û dused û heşta û du dibistanan jî du dewam li wan tê kirin. Li gor wan datayan li Herêma Kurdistanê rêjeya nexwendevaniyê ji sedî 16 ye.

Derheqa mijarê de Rêveberê Giştî yê Rêxistina Amanc Dana Şiwanî got: ‘’Niha li Herêma Kurdistanê pirsgirêkek heye ku ew jî derxistina xwendekarên keç e ji dibistanên amadeyî ji aliyê malbatên wan ve. Herwiha gelek xwendekar ji aliyê malbatên xwe ve ji xwendinê tên dûrxistin.’‘
Top