• Thursday, 28 November 2024
logo

Tîmeke dizî kirinê li Daquqê hate bin çav kirin

Gulan Media October 31, 2013 Civakî
Tîmeke dizî kirinê li Daquqê hate bin çav kirin
Asayîşa Kerkûkê dibêje li bajarê Daquqê tîmeke dizîkirinê hatiye binçavkirin.

Birêveberatiya ragehandina asayîşa Kerkûkê ragehand ku, piştî serîlêdana hijmareke welatiyan û gazendeyên wan yên derbarê dizîkirinê de, hêzên asayîşê bi hevkariya hêzên nehêştina tawanan dest bi operasiyoneke berfire kirin.

Piştî kom kirina zaniyarî û wenêrîneke hur, hêzên asayîşê karîn tîmeke dizîkirinê binçav bikin.

Birêveberatiya ragehandina asayîşa Kerkûkê herwiha diyar kir ku, ew tîma han ji 6 kesan pêk hatiye û tevahiya wan jî xelkê bajarê Daquqê ne û ew tîma han çendîn car dizî ji dikan û zarokan kiriye û heta niha welatiyek jî kuştine.
Top