Tîmeke dizî kirinê li Daquqê hate bin çav kirin
Birêveberatiya ragehandina asayîşa Kerkûkê ragehand ku, piştî serîlêdana hijmareke welatiyan û gazendeyên wan yên derbarê dizîkirinê de, hêzên asayîşê bi hevkariya hêzên nehêştina tawanan dest bi operasiyoneke berfire kirin.
Piştî kom kirina zaniyarî û wenêrîneke hur, hêzên asayîşê karîn tîmeke dizîkirinê binçav bikin.
Birêveberatiya ragehandina asayîşa Kerkûkê herwiha diyar kir ku, ew tîma han ji 6 kesan pêk hatiye û tevahiya wan jî xelkê bajarê Daquqê ne û ew tîma han çendîn car dizî ji dikan û zarokan kiriye û heta niha welatiyek jî kuştine.