Siûdiyê gef li jinên ajovan xwar
Bi mebesta beşdarîkirin di wê xwepêşandanê de nêzîkî 17 hezar jinên Erebistana Siûdî îmza komkirine û îro şeme bi niyaza encamdana xwepêşandanekê ne lê belê li hemberî wê yekê hikûmet gef dixwe ku eger çalakiyek bi wî awayî rû bide ewê wan kesan siza bikin.
Piştî xwepêşandana sala 1990 heya niha çendîn çalakiyên nerazîbûnê li Erebistana Siûdî hatin encamdan lê belê hemû encamderên çalakiyê rastî sizayê hatin, xwepêşanderên vê carê jî daxwaz dikin yan hikûmet dê wê yasayê rawestîne yan jî hincetekê diyar bike ku baweriya wan pê were.
Li gor şarazayan dibe ku hikûmet wê yasayê ji holê rake çûnkî pêştir çendîn girteyên vîdeoyî yên jinan di dema ajovanîkirinê de li wî welatî hatibûn belav kirin û berpirsên Riyadê li dûvçûn nekir û nermiya xwe nîşan da.
Xendan