Bikujê keça Kelarê hate aşkira kirin
Duh bi şev termê keçek zarok ya 6 salî di çalekê de li paş bajarê yarî ya Kelarê hate dîtin ku pêştir ew zarok winda bibû.
Jêderêkê agahdar ji rûdanê ragihand ku piştî lêkolînan derket ku birayê wê yê mezin ku nexweşiya wî ya derunî heye keçik kuştiye.
Wê jêderê ku nexwest navê xwe aşkira bike got: Ew birayê wê keçkê berya demekê bi şewitandina dibîstanekê li Kelarê hate tumetbar kirin û piştre jî hate girtin û rojekê berya cejnê bi kefalet hatiye azad kirin.
Li gor zanyariyan birayê keçikê li xwe mukir hatiye ku bi keviran xwîşka xwe ya zarok kuştiye.
Duh bi şev jî çavkaniyekê agahdar ku nexwest nav û postê xwe belav bibe ji Xendanê re got: Ji êvara roja înê ve ew zarok winda buye lê belê bi şev bi kuştî termê wê hatiye dîtin. Wê jêderê diyar kir ku termê zaroka keç di çalekê de hatibû veşartinê.
Navê zarok (S.E.M) û jidayîkbuya 2007`an e û şopa kêran yan fîşekan li ser termê wê diyar nebû.
Xendan