• Wednesday, 03 July 2024
logo

Hewlêr.. 21 ji sedî ji tawanên jinan dizî ye

Gulan Media October 7, 2013 Civakî
Hewlêr.. 21 ji sedî ji tawanên jinan dizî ye
Mobaylfiroşekî Hewlêrê dibêje heftî nîne ku 5-6 dizî ji me nabin. Hinek ji wan diziyan weke ku ew dibêje ji aliyê jinan ve ye. Li gor amarekê jî ev jin li girtîgeha çaksaziya kesên nîhatî û jinan in, 21 ji sedî ji wan li ser diziyê hatine girtin.

Emîr Star, ku dukana wî ya mobaylan li nav bazara mezin a Hewlêrê heye, behsa awayê diziyê ji aliyê jinan ve dike û dibêje: "Gellek ji wan jinan wan tiştên ku didizin dixine nav sîngên xwe. Bi me jî şerm e ku em wan bipişkinînin."

Vî mobaylfiroşî got ku piraniya van jinên ku diziyê dikin xelkên derveyî Kurdistanê ne. Bi cilûbergên nîvrûtî diherin dukanê da ku bala dukandar bikişînin. Emîr dibêje "Heftiyek hebû min 5-6 dizî tê de girtin. Eger ez hay jê hebim wan didime dest polîs. Hin caran jî wan bi rê dikim, çiku nikarim serêşa polîs û dadgehê hilînim."

Li gor gotina dikandaran, jin wek pileya yekem hewla diziya zêr dikin. Pişt re mobayl, caw, pêdawîstên xweşikbûnê, pêlav û cilûberg.

Li gor amara rêveberiya çaksaziya jin û kesên nûhatî ya Hewlêrê, niha 60 jin li ser tawanên wek îxaneta hevseriyê, madeyên hişber, laşfiroşî, kuştin û dizîkirinê hatine girtin. Temenê wan di navbera 13 heta 70 salî de ne. Her li gor vê amarê, 13 jin ji wan ku dike 21 ji sedî ji wan jinên li zindanê, li ser diziyê hatine girtin.

Jîno Azad, lêkolera civakî û berpirsa beşê jinan li rêveberiya çaksazî ya jinan û kesên nûhatî, dibêje ku belgeyên rast li ser van jinan hene ku dizî kirine "Jin li cem me heye ku 24 milyar dînar dizîye."

Derbarê hokarên dizîkirinê ji aliyê jinan ve, Jîno got "Pûpraniya wan jinên ku li ser diziyê hatine girtin rewşa wan a aborî baş e. Lê her ji zaroktî ve fêrî diziyê bûne. Tenê hokara dizîkirina wan pêwegirtin (adet) û fêrbûn e."

Tevî ku Jîno dibêje ku bi belgeyên diziyê li ser van jinan durist bûye, lê piraniya wan xwe ji vê yekê dûr dixînin ku dizî kiribin. Xwe wek tawanbar jî nabînin. (E) ku heta niha 3 caran li ser diziyê hatiye girtin, cara dawiyê 120 mesqal zêrê bûkekê dizîye. (E) Ev kar da mandelê û got "Min hay jê nîne û bêbextiyan li min dikin."

(S) jineke din e, ku bi sedema tawana diziyê hatiye girtin, lê dide mandelê û dibêje "Min di jiyana xwe de dizî nekiriye. Ez bi neheqî haime girtin. Ne ez tanê lê keça min jî li ser diziyê hatiye girtin."

Weke ku di dosyeya wê de hatiye, (S) bi alîkariya keça xwe tûrikek tije pere ji dukanekê dizîye. Êdî careke din diçine heman dukanê, lê dukandar wan nas dike û wan radestî polîs dike.

Gellek ji wan kesên ku ji aliyê jinan ve diziya wan dibe, dizên xwe nadin dest dadgehê lê wan bi rê dikin.

Niha hejmarek ji karguzarên biyanî ji regeza mê, li malên dewlemend ên Kurdistanê kar dikin. Wan gellek caran çavên xwe berdane samanên wan û diziyê ji wan dikin.

Meha borî polîs karguzarek endenosî bi tawana diziyê ji maleke Hewlêrê girt. Li gor ragihandina polîsê Hewlêrê, vê jinê 15 hezar dolar ji xwediyê malê dizî bû û şandibû welatê xwe.

Rudaw
Top