Sedemên penceşêrê çine?
Sedemên penceşêrê:
-Cixareve kêşan û vexwarina meyê.
-Demek dirêj di bin rojê de man.
-Gelek tîrêja X Ray wergirtin.
-Maddeyên kîmyayî yên weke, benzîn, qetran û hwd...
-Hinek vîros.
-Pîsbûna hewayê.
-Xwarin û vexwarinên pîs
Hinek cûreyên penceşêrê:
-Penceşêra memikê
-Penceşêra prostat
-Penceşêra gedeyê (mîde)
-Penceşêra rahimê
-Penceşêra roviyên stûr
Bi xwe bibe pijîşkê xwe
-Ji nexweşiya penceşêrê netirse, divê wêrekiya te bilind be. Ji ber tirs dibe asteng ku tu biçî gel pijîşk.
-Tenê pijîşk dikare biryarê derbarê nexweşiya te de bide.
- Dema nîşanên penceşêrê diyar dibin, divê di demekî herî kurt de serdana pijîjk bikî.
-Salê carekê ji bo testê serdana pijîşk bikin.
-Em ji bîr nekin ku başbûna penceşêrê heye û çendî zû bê destnîşankirin, başbûna wê zêdetir e.
Rudaw