Termê keçek 14 salî û kurek 16 salî hat dîtin
Jêderekê li JCC ya Çemçemalê, ji Xendanê re ragihand ku: Berya niha bi kêlîkekê termê keç û kurekî li nêzîk gundê Dêlîje ser bi bajaroka Baziyanê hatine dîtin.
Her weha jêderê behsa wê yekê jî kir ku, ew keç û kur xelkê bajaroka Şoreş in û bi hevre ji tirsa kesûkarên xwe revyane, ku navê keçê (Ş.H.Ş) û temenê xwe 14 saliye û navê kur jî (E.A.T)`ye û temenê xwe 16 saliye û bi fîşekê hatine kuştin.
Jêderê diyar kir ku, termê wan hatiye dîtin lê nayê zanîn ji aliyê kêve hatine kuştin ji ber vê yekê ew babet pêwîstiya xwe bi lêkolînek gelekî hûr û kûr heye.
Niha hêzên polîs li cihê rûdanê li gundê Dêlîje ne lê heya niha bi hevkariya lêkolînên zêdetir li cihê rûdanê termê wan nehatiye veguhastin.
Xendan