Tenê Îro li Kelar Dû Jin Xwe Dişewitînin
Li gorî gotina wê bi agirê tenurê şewitiye, lê jêderekî ji lêkolîna bûyerê got kû, tiştekî weha diyar nebûye kû agirê tenûrê cilê wê şewitandibe lê goman heye kû wê xwe şewitandiye.
Jêderekî jî ji nexweşxaneya Kelar bo ajansa Peyamnêr ragihand: îro piştî nîro keçeke bi navê ``Ş. K. F`` kû temenê wê 47 sal bû, keça male bû, daniştiya taxa Goran a bajarê Kelar bû, bi sedema şewatê gihandine nexweşxaneya Kelar, rêjeya şewata wê 80%, yekser ji wir rêkirin nexweşxaneya Silêmanî.
Heman jêderê got kû, ji ber zorbûna rêjeya şewatê, dibe kû ew jin egerê jiyana xwe ji dest bidê heye.
Li gorî gotina keçikê, hinek cilên kevin li malê hebûn, xistine tenûrê û gaz (neft) bi ser de kiriye û ji ber gurbûna agir ew jî şewitiye.
Ji aliyê xwe ve jêderekî ji polîsên Germiyan bo ajansa Peyamnêr ragihand: li dema lêkolînê de, çûne cihê bûyerê, derket hole kû tenure malê ti şopeke agir û şewta cilan têde nebû, di male de bîdonekî neftê yê vala hebû û goma tê kirin kû wê jinê xwe şewitandibe.
Her îro danê sibehê li bajarokê Rizgarî, ser bi bajarê Kelar ve, jineke temen 26 salî kû eve demeke hevjînî kiriye, ji derdê mêrê xwe xwe şewitandiye û ji ber rêjeya şewata wê 100% bû yekser rakirin nexweşxaneya Silêmanî.