Li Kelar Keçeke Deh Salan Xwe Şewitand û Jiyana Xwe ji Dest Da
Jêderkî nêzîk ji malbata Keçikê bo ajansa Peyamnêr ragihand: li taxa ``Gundê Ronakî`` yê bajarê Kelar keçeke temen 10 salî nefit (gaz) bi xwe de kiriye û xwe şewitaniye, piştî bûyerê radikin nexweşxaneya Silêmanî piştî dû heftiyan, doh êvarê jiyana xwe ji dest da.
Li gor gotinên heman jêderê, navê keçikê ``G. M`` û berî dû heftiyan li gel pirayê ji xwe mezintir di nav wan de pevçûn çêbûye, keçikê gotiye ezê xwe bişewtînim, birayê wê jî jêre gotiye ``xwe bi şewtîne``, her piştî vê aloziyê keçik ``G. M`` radibe neftê bi xwe de dike û xwe dişewitîne.