Li Melazgira Mûşê eşîran li hev dan: Kesek mir
Li gorî nûçeya DÎHAyê, îro (01.07.2013) li bajarokê Melazgirê yê Mûşê, endamên eşîrên Gebola û Celalî bi çekdan li hev dan.
Di bûyeran de kesê bi navê Mehmet Çelîk (40) ku bi giranî birîndar bibû li nexweşxanê can da û 9 kesên din jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Melazgir, Bûlanik û Mûşê.
Heta niha sedema şerê wan eşîran nayê zanîn.
Rudaw