• Tuesday, 23 July 2024
logo

``Madeyên Hoşber li Kerkûk Di Nava Dibistanên Seretayî, Navîn û Zankoyê de Belav Bûye``

``Madeyên Hoşber li Kerkûk Di Nava Dibistanên Seretayî, Navîn û Zankoyê de Belav Bûye``
Belavbûna madeyên hoşber li bajarê Kerkûk piştî piroseya azadiya Iraqê bi rêjeyekî zor zêde bûye, derbarê vê metirsiyê de û ji bo hişyariya hemwelatiyan û dûrketina wan ji madeyên hoşber, li Kerkûk roja cîhanî ya nehêştina madeyên hoşber hate bîranîn.

Derbarê vê bîranînê de, Newzad Selahedîn rêvebirê hobeya nehêştina madeyên hoşber li navenda Polîsên Kerkûk, bo ajansa Peyamnêr ragihand: Madeyên Hoşber bi şêweyek weha di nava Kerkûkê de belav bûye gelekî metirsîdare û heta gihiştiya nava dibistanên seretayî, navîn û zankoyan û got kû belav bûna madeyên hoşber di nava xwendevanan de bo me zengilê metirsiyê lêdide.

Li gorî amarekî nexweşxaneya hewarhatinê ya Azadî li Kerkûk, tenê di sala 2012 de 41 kes kû navên wan li vê nexweşxaneyê hatine tomar kirin, da kû çarerseriya wan were kirin ji alodeya vexwarinên hoşber û kêşandinên madeyên hoşber.

Hobeya nehêştina madeyên Hoşber a Polîsên Kerkûkê jî amaje bi wê yekê da kû, li gorî amarekî wê hobeyê, di navbera dû salan de, 268 kes bi tawana bikaranîn û bazirganiya bi madeyên hoşber hatine girtin.
Top