• Wednesday, 03 July 2024
logo

6 serbazên Tirk destdirêjiya keçek Kurd dikin

6 serbazên Tirk destdirêjiya keçek Kurd dikin
Piştî ku aşkirabûna kiryarên 6 serbazên Tirk ku destdirêjiya seksî li ser keçeke Kurd a 14 salî li navçeya Bîngol (Çewlîk)`ê a bakûrê Kurdistanê kiribûn, wezîrê karûbarê civakî a Tirkiyê ragihand ku wan dest bi lêkolîna ser wê rûdanê kiriye.

Îro 22/6 şeme ajansa nûçeyan a Anadolê belavkiriye ku wezîra karûbara civakî Fatme Şahîn di nava serdana xwe bo bajarê Entabê ya bakûrê Kurdistanê di derbarê ew destdirêjiya ku ji aliyê çend serbazekî Tirk ve ku ev du salin bo ser keçekî 16 salî ya akinciya Çewlîkê hatiye kirin bersiva rojnamevanan dide.

Fatma Şahîn got: Me her yek li parêzgar û dadgehê û tevî wezaret, me dest bi karkirinê li ser vê dosyê kiriye û biryare di rojên pêş de raporta nû derbikeve û emê biryarên nû sebaret bi wan serbazan derbixin û cî bi cî bikin.

Her weha ji duh ve hejmarek xwepêşandan wek nerazîbûn li hemberî wê bûyerê û biryara dadgeha Tirkiyê bo serbestberdana ew 6 serbazan li navçeyên Kurdî yên bakûrê Kurdistanê encamdan.

Ji aliyê xwe ve jî Hevseroka BDP`ê Gultan Kişanak ragihand ku ev kiryare tawanekî dijî mirovatiyêye.

Her îro danê sibehê 22/6/2013`an wek nerazîbûn li hemberî azadkirina ew 6 serbazên ku destdirêjî encamdane, hejmarek xwepêşander û tevî hin partiyên Kurdî yên bakûrê Kurdistanê li parêzgeha Çewlîkê (Bîngolê) xwepêşandanek li pêşiya dadgeha wî bajêrî encamdane.

Xendan
Top