Keçekê serê bavê xwe birrî…!
Sebaret bi rûdana yekem, rojnameya (Heyat) belav kiriye ku; keçeke temen 18 salî li gundekî welatê Kînyayê çendîn car ji aliyê bavê wê de destdirêjiya seksî li ser hatiye kirin, bi taybet dema ku dayik û her 3 birayên wê ne li mal bin de.
Cara dawiyê û di sibehekê de ku bavê wê carek din dixwaze destdirêjiya seksî bike ser wê, keça 18 salî destê xwe davêje kêr û serê bavê xwe dibirrê.
Piştî rûdanê risipiyên gund berevaniya keçkên dikin û wê radestî polîsan nakin, çûnkî li gor wan ew keçe bê tawane û bi birrîna serê bavê xwe mafê xwe standiye.
Ji aliyekî din di rûdaneke bê wêne de gêncekî temen 20 salî ya Birîtanî ji qata 15`emîn ya avahiyê nîştecîbûye û ketiye xwarê lê belê tişta ecayîb jiyana xwe ji dest nedaye.
Ew gênc li bajarê Kokland a paytexta Newzlandayê, piştî ku kilîta xanî li hundir ji bîra wî diçe hewl dide ji qata 15 biçe nava mala xwe ya li qata 14`em de. Her weha piştî gihandiya wî bo nexweşxaneyê ku çendîn hestiyên wî gêncî şikestibûn lê belê pizîşkan pêşbîniya wê yekê dikin ku baş bibe û rewşa tendirustiya wî heya radeyekê di cî de bê.
Xendan