• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Kobanê yekem kargeha jinan hate vekirin

Li Kobanê yekem kargeha jinan hate vekirin
Li bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê yekem kargeha dirûna cilan ji aliyê Yekîtiya Star ve bi merasîmekê hate vekirin.

Li gor Ajansa Hawar (ANHA), bi armanca peydakirina kar ji bo jinan li herêma Kobanê Yekîtiya Star bi beşdariya gelek jinan yekem kargeha dirûnê bi merasîmekê vekirin. Merasîm bi vekirinê destpê kir.

Piştre endama Yekîtiya Star Roza Tolhildan axivî û da zanîn ku jin dikare xwe birêve bibe û wiha got: ᾿̓Jin dikarin xwe di hemû beşên jiyanê de birêxistin bikin. Di dîrokê de jinan ev yek îsbat kirine. Ji ber vê yekê jina dikare xwe di milê aborî de birêve bibe.᾿̓ Tolhildan da zanîn ku jina kurd îro ji her demê bêtir amadeye da ku sîstema xwe ya aborî sazbike û wiha pê de çû: “Em îro wek jinên Kobanê amadene ku em aboriya xwe pêşbixin û ev wê ne pirojeya me ya yekem be. Em ê di pêşerojê de pirojeyên din jî lidar bixin.᾿̓

Di merasîmê de hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî jî axivî û vekirina kargehga dirûnê li jinan pîroz kir û wiha got: ᾿̓Ji vî cihê jin berê xwe dide bikaranîna mafên xwe û projeyên xwe yên avakirina sazî û rêxistinên xwe didomîne û ev sazî bi tevlîbûna jinan dê pêşbikeve.᾿̓

Rêvebera gargehê Fatma Galo jî axivî û spasiya her kesê ku pişgirtiya wan kir da ku karê wan pêşbike ve û bang li jinên koçber bûne kir ku vegerin welatê xwe û tevlî xebatê bibin.

Di dawiya merasîmê de deriyê kargehê ji aliyê Şîlan Ehmed û Fatma Galo hate vekririn.

Rudaw
Top