• Wednesday, 27 November 2024
logo

Diyardeya Laşfiroşiyê li Bexda Gelek Zêde Bûye

Diyardeya Laşfiroşiyê li Bexda Gelek Zêde Bûye
Li gor raporteke Frensî, rewşa xirab û kêmbûna çalakiyên aborî li Iraqê, ligel zêdebûna hejarî û bêkariyê, gelek diyardeyên nebaş ên civakî bi xwe re anîne, ji wan jî laşfiroşî bi awayekî eşker û bê tirs tê kirin.



Hejmarek rêxistinên civaka sivîl, belavbûna vê diyardeyê metirsîdar dibînin û dibêjin evna gefeke li ser jêrxana civakî li Iraqê. Başbûna civakê, yek ji wan merca ye ku jineke laşfiroş dest ji wî karê xwe berde. Kemîla (35) eşkere dibêje: ‘’Ji bo bidestxistina debara jiyanê ti rêyên din bi dest min nekitin.’’

Kemîla li navçeya Betawên a Bexdayê dijî, ku tê gotin gelek laşfiroş lê hene. Kemîla çîroka jiyana xwe wiha vedibêje: ‘’Jiyan giran e, dibe ku gelek wiha bifikirin laşfiroşên Iraqê cilên balkêş li xwe dikin, lê berevajiya wê, ew hemû cilên reş li xwe dikin û xwe bi ebayên xelîcî dipêçin, herwiha çarikeke reş dideynin ser serê xwe û qet makyajê jî nakin.’’

Ya balkêş jî laşfiroş bi awayekî eşkere ligel rêbiwaran bazarê dikin, ku hinek tenê 100 metre di navbera wan û mifrezeyên polîs û mifrezeyên din ên ewlekariyê de heye.

Peyamnêrê Frans Press, wek di raporta xwe de behs dike, pirsyar ji yekê ji wan laşfiroşan kiriye, ka gelo natirse ku were girtin, wek bersiv jî jinikê jêre gotiye; ‘’Em li Betawên bi agahdarî û hîmaya hukûmetê vî karî dikin û ji kesî jî natirsin.’’

Di vê derbarê de çalakvana warê jinan Hena Edward jî wiha dibêje; ‘’Me wek komeleyên civaka sivîl qala vê diyardeyê kiriye ku bi awayekî eşkere tê kirin, sedema vêna jî zêdebûna hejariyê ye û ger wiha here dê bandorê li civaka Iraqî bike.’’
Top