Femen: Emê bi bedena tazî li dijî îslamiyan şer bikin
Duh roja çarşemê dadgeha destpêkê ya Tunisî bi tumeta exlaqê wan yê li derveyî civakê û bêşermiya wan û xwe tazîkirinê, sizayê 41 roj zîndanî bo her sê çalakvanên rêxistina "Femen" ên ku sîngên xwe li pêşiya dadgehê tazî kiribûn birrî.
Ew her sê çalakvanên Femen jî 2 Fransî û keçek Almanî bûn ku ji bo piştevaniya çalakvana Tunisî Emîne Sebo`î ku li ba desthilatdarên Tunisê girtiye.
Her di heman demê dadgehkirina her sê çalakvanên Ewrupî yên Femen `ê çalakvaneka Femen, kete balyozxaneya Tunisê ya li Stukholmê û her weha gelek çalakvanên din yên rêxistinê li pêşiya balyozxaneya Tunisê li Madrîdê xwepêşandan kirin.
Rêxistina "Femen" li ser tora Facbookê ew biryara dadgeha Tunisê şermezar kir û bi biryara destbotî ya îslamiyên Tunisî li dijî xwepêşanderên aştiyane binav kir.
Her weha rêxistina "Femen" bang li cîhanê kir ku ji bo çalakvanên wan û Emînayê serî hildi û ragihandine ku ewê bi artêşek ji jinên tazî şerê îslamiyan bikin.
Xendan